Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ramazan Kahramaner Ser Rewşa Futbola li Tirkîyê Daxife


Dîmenek ji maça FC Barcelona û Manchester United ku 81.000 hezkirîyên futbolê lê amade bibûn. Washington, Tîrmeh 30, 2011
Dîmenek ji maça FC Barcelona û Manchester United ku 81.000 hezkirîyên futbolê lê amade bibûn. Washington, Tîrmeh 30, 2011

Federasyona Futbolê ya Tirkîyê îro Pêncşemê kombûneke taybet ya ser lêpirsîna şîke anku kirîn û ayarkirina maçên futbolê pêk anî.

Di kombûnê de hate gotûbêj kirin ku jibo wan kes û klubên ku navê wan di lêpirsînê de derbaz dibin, cezayên çi rengî werine dayîn.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, Serokê Futbolvanên Profosyonel yê Dîyarbekirsporê, Ramazan Kahramaner li ser rewşa futbolê dipeyîve û kombûna îro şîrove dike.

Birêz Kahramaner dibêje, Federasyona Futbolê ya Tirkîyê pir kevn e lê qanûneke wê ya rêk û pek nebûye ku rê li ber hîle û sextekarî û her wiha kirîn, firotina maçan bigire. Heta niha hêza kê xûrt bûye, daxwazan wan bicîh hatine.

Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG