Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ramîn Hisên Penahî ji Aliyê Îranê ve Tê Sêdarekirin


Ramîn Hisên Penahî îro Şemiyê ji naliyê komara Îslamî ya Îranê ve hate sêdarekirin, li gor birayê wî ku di hevdîtinbekê de got.

Ramîn Hisên Penahî yek ji sê girtiyên siyasî bû ku civaka navnetewî û rêxistina Amnesty ya navnetewî daxwaza ragirtina sêdarekirina wan kiribû.

Di meha Çelle de, cezayê sêdarekirin di derheqê Ramîn de derket bi tawana hilgirtina çekan li dijî hêzên ewlekariya Îranê.

Birayê Ramîn, Emjed Hisên Penahî ragihand ku birayê wî demjimêr çarê beyanî li zindana Ricayî ya bajarê Kerec hate sêdarekirin.

Herdu girtiyên siyasî yên din Zanyar Morday û Luqman Moday ku pismamê hevin û biryarbû ew jî îro bêne sêdarekirin, hîn xwediyên wan tu agahî li dor wan belav nekirine.

XS
SM
MD
LG