Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xem: Rapa Kurdî Wekû Dengbêjiya Kurdî Ye, Çîrokên Me Dibêje


Mûzîka rapê yan jî wekî din Hip- Hop ji nû ve derbasî jiyana Kurdan bûye, bi rêka nifşên nû ji gêncên kurdan, ku bi piraniya wan li welatên Ewropî mezin bûne. Ev şêwaza nû di sitranan de nebûye gelîrî û hîna baş cihê xwe di nav sitana kurdî de negirtiye.

Di vê xelekê de ji bernama Deng û Reng, wê dengbêjê rapê Xem hin tiştan zelal bike û mebesta wî û hevalên wî ji bo vê mûzîkê çi ne.

Xem yê 24 salî li bajarê Batmanê/ Tirkiyê ji dayik bûye û nuha li Istanbûlê dijî.

Ji berî 8 salan ve, Xem dest bi sitrana Rapê kirye.

Xem li ser xwe û hevalên xwe dibêje: "Em ji vê civatê ne û bi doza xwe ve girêdayê ne, em êş, evîn, hêvên xwe bi vê şêwaza taybet dibêjin."

Ev şêwaza mûzîkî ji welatên rojavayî derbasî welatên Rojhilata Navîn bûye, û hino hino cihê xwe di nav civatê de distîne, lê ji bo kurdan hin astengî hene, ji ber nebûna welat, û rewşa xizaniyê û siyaseta setemkara, wisa Xem got, ku ew rastî astengiyan tên ji her aliyî ve, lê hêviya wî mezin e ji serkeftinê re.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:18 0:00

XS
SM
MD
LG