Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapora Wezareta Derve ya Amerîka: Binpêkirinên Mafên Mirovan li Cîhanê Zêde Bûne


Anthony Blinken, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka

Wezareta Karê Derve yê Amerîka rapora xwe ya salane ya ser rewşa mafên mirovan ya welatan roja Seşemê dîyar kir.

Anthony Blinken, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka bi preskonferansekî rapor nirxand û bal kişand ku binpêkirinên mafên mirovan di 2020'an de li seranserê cîhanê zêde bûne.

"Çûyina rêjeyên bo mafên mirovan ya di xetek çewt de berdewam dike," Blinken got.

Hevdem, Blinken ragihand ku pandemîya vîrusa korona li seranserê cîhanê bûye sedema gelek pirsgirêk û zahmetîyên bêhempa û hin hikûmetan ev krîz bo sînordarkirina mafan û xurttkirina desthilatdarîyên xwe mîna bingehekî bikar anîne.

"Jiber qedexeyan û wendakirina parastina civakî ya edetî her ku tundîtûjîya zayendî û tundiya malbatî zêdebûn û jin û zarok rûbirûyê xeterîyên mane," Blinken got.

Wî got ku 'komên din yên marjînal', mirovên pîr, kesên astengber û civakên LGBT bêparastinek taybet mane.

Rapor, ku ji hêla Kongresê ve tê erkdar kirin şert û mercên mafên mirovan yên li welatên ku Amerîka alîkarîya bîyanî dişîne dinirxîne, lê rewşa mafên mirovan yên li Amerîka nanirxîne.

Blinken destnîşan kir ku rêvebirîya nû ya Biden mafê mirovan danîye pêşîyê û navenda sîyaseta xweya derve, û em haydarin ku li nava malê de jî (Amerîka) de kar heye ku were kirin, jiber ku welat hewl dide ku li gor îdeal û prensîpên wanên herî jorîn bijî.

"Di karûbarê me de hemasî hene, û divê em her amûrekê bikar bînin da ku cîhanek aramtir û dadmentir ava bikin," Blinken got.

Lê, li dervayî welat, Blinken got, 'di 2020'an da jî gelek mirov di bin şertên hovane de êş kişandin."

Wî di derbarê gelek welatan de ku di raporê de cîh digirin agahdarîyên kurtasî da ku Amerîka wan wek pirsên tawanên mafên mirovan yên bingehîn dihesibîne.

"Li Çînê, karbidestên hikûmetê dijî Uyguran jenosîd kir ku bi piranî Misilman in, û tawanên dijî mirovahîyê pêk anîn, di nav de zindan, êşkence, û zordarîya dijî Uygur û endamên din yên kemhatîyên olî û etnîkî pêk anîn," Blinken got.

Rapor li ser Çînê dibêje, ku Pekîn jibo sedemên têkildarî sîyaset û olê girtina hemwelatîyan domand.

Rêxistinên mafên mirovan pêşbînî kirin ku bi deh hezaran girtîyên sîyasî di girtîgehê de man e, piranîya wan di girtîgehan de û hin jî dideteserkirinên revebirînê dane.

Hikûmetê rê neda rêxistinên mirovahî yên navneteweyî ku bi girtîyên sîyasî re tekilîyan danin.

Blinken îda kir ku hovîtiyên ku ji hêla Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed ve têne erkdarkirin "bê rawestandin berdewam kirin, û îsal 10 salin ku tekoşîna wan didome da ku bi rûmet û azad bijîn."

Wî got ku şerê li Yemenê 'bi mîlyonan kes kiriye nava hewcedarîyên mirovahî yên bingehin, nahêle ew gelek mafên xweyên bingehîn bikar bînin.'

Hevdem, Blinken got ku hikûmeta Rûsî "rexnegirên sîyasî û xwepêşanderên aştîxwaz armanc kir, û herwiha gendelîya fermî berdewam bû."

Blinken got ku li Kubayê, "qadeqeyên hikûmetê yên ser azadîya axaftinê, ragihandin, rêxistin, ol yan bawerî, û tevgerê domyan."

Li Tirkmenistanê, Blinken got, "Welatîyên ku hikûmetê rexne dikin bi sû cîya xayinîyê bi rûbirûyê girtinan man, û cîhê zêdeyî 100 girtîyên sîyasî ne dîyar e."

Blinken herî dawî axaftina xwe wiha bidawî kir "Van û binpêkirinên mafan yên din ku berdewam dikin ne tenê nava sînorên welatekî, rê liber zararên nehatine dîtin, vedikin; binpêkirinên mafên mirovan yên nehatîne kontrol kirin li her heremê dikare bibe sedema hesta bêcezatiyê ya li her derê."

XS
SM
MD
LG