Wezrareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê raporta salane ya girêdayî rewşa mafên mirovan li cîhanê weşand.
Di raportê de rewşa nêzî 100 welatan hatîye behis kirin, welatên weke Îraq, Îran, Tikiye û welatên din yên li Rojhilata navîn û cîhana Erebî ciyê pêşî di raportê de digirin.
Di raportê de wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo gotîye"Damezrênerên Amerîka û nûnerên wê di komîta Netewên Yekgirtî de ya mafên mirovan, pêgirî dikin ku azadiyên bingehîn weke, azadiya olî û bawermendiyê, azadiya ramanê û azadiy kombûn û xwepêşandanên aştiyane milke hemû mirova ne".
Pompeo dibêje ev azadî ji aliyê hikûmet û serdestan ve nayên dayîn, ew nirx û rûmeta mirovane, nabe ku hikûmet rê li hember wan azadiyan bigir in.
Pompeo herwiha got"welatên ku gefin li ser tenahîya herêmî, yan welatên piştgîriya terorê dikin, yan jî daxwaza berdewam ya hinartin terorîstan dikin, ew welat in yên ku hikûmetên wan hertim bêrêziyê li hember welatiyên xwe encam didin".
Pompeo li Washington raporta wezareta derve ya Amerîka ya li ser rewşa mafên mirovan li cîhanê di sala 2018an de di preskonferansekê de eşkere kir.
Pompeo li ser rewşa mafên mirova li welatên Erebî yên weke Erebisatan Saûdî, Misir, Îraq, Qatar, Yemen, Sudan, Îmarat, Urdon, Filistîn û Îsraîlê jî radiweste.
Îraq di Raopra Wezareta Derve ya Amerîka de
Derbarê Îraqê raport dibêje, mafên mirov li Îraqê di sala 2018an de desthilatdarî li wî welatî nikariye kontrola hêzên ewlkarîyê bike bi taybet grûbên taybet di nava Heşda Şabî de ya ku alîgira Îranê ye.
Herwiha raport behsa leşkergerîya ne rewa ya biçekirina zarokan û bikar anîna wan dike di nava rêzên Heşda Şabî de, Heşda ku alîgira Îranê ye ji derveyî kontrola hikûmeta Îraqê tev digere.
Herwiha raport behsa hin haletên hindakirina mirovan, zorî li wan kirin û girtin û eşkencedanê dike di rewşên giran de ku gef li ser jiyana mirovan hebûye.
Derbarê rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistana Îraqê raport dide zanîn ku hêzên pêşmerge zorî li kesan kirîye piranî kesên koçberin, lê li dawiyê hatine azad kirin.
Raport li ser binpêkirinên mafan ji aliyê hêzên ewlekariya ve li Îraq û Herêma Kurdistanê radiweste û dide zanîn ku hêzên ewlekarîya navxweyî, polîsê Fedralî, Heşda Şabî, Pêşmerge û Asayîş bê ku desthilata hikûmetê li ser hebe binpêkirina pêk tînin, û fesda û ne sizadana berpirsên hikûmetê û ewlekariyê bi şêweke berfireh tê dom kirin.
rewşa Mafên Mirovan li Tirkiyê di Raportê de
Raport dide zanîn ku bi behaneya têkiliyên bi terorê re desthilata Tirkiyê bi hezaran kes ji polîs, leşker ji karên wan avêtine, ragihandina rewşa awarte û derxistina qanûnên nû yên li dij-terorê bi taybet piştî hewldana derbeya leşkerî ya neserketî li wê welatî havîna 2016an bûne sedema zêdegaviyên berfireh li ser rewşa mafên mirovan.
Raport dibêje, kesên bi behaneya derbeyê ji kar hatine avêtin nêzîkî 130,000 kesin û nêzî 1500 sazî û rêxistinên ne hikûmî li ser navê terorê û têkiliya wan bi kesayetiyê olî Fethullah Gulen re heye, hatine dexistin.
Raport dîsan dibêje, 10an hezar kes bi zorî hatine koçber kirin, girtin, binçavkirin, kuştin û eşkencedan.
Di nava kesên girtî û kuştî de li Tirkiyê, endamên parlamenê, rojnamevan, parêzvan, welatiyên biyanî hene, zêdebarî ku 3 welatiyên Amerîkî yên di saziyên dîplomasiyên Amerîkî de kar dikin li Tirkiyê hatine girtin.
Rewşa Mafên Mirovan li Îran di Rapora Wezareta Derve ya Amerîka de
Raport di beşa li ser Îranê de dibêje, di xwepêşandanên dawiya meha Îlonê û dirêjiya sala 2017an de desthilata dewleta Îranê tektîkên gelek giran bi kar anîne bo bidawîkirina wan nerazîbûnan, li gur çavkaniyên rêxiswtinên mafên mirovan di wan meşên neraxzî de li Îranê herî kêm 30 kes hatine kuştin. Bi hezaran jî hatine girtin û desteser kirin û mirinên bi guman çêbûne.
Di rapora salane ya 2018an de tomarên xerab yên di rewşa mafên mirovan de heye li Îranê. Li gur raportê gelek kes hatine kuştin, hinda kirin, eşkencedan û zarok hatine şandin bo şeran li Sûriyê.
Raport Îranê bi alîkarî û destxistina nav karên Sûriya, Îraq û Lubnanê dike tawanbar dike, dide zanîn ku Îranê kes hinartine Sûriyê bo beşdarîya di şer de li wî welatî bi şêweyên ne yasayî, Hizbullah destek kirîye û li Îraqê piştevaniya grûbên Heşda Şabî dike, li Yemenê jî alîkarîya milîtanên Husî dike, herwiha oldarên Bahayî tên girtin û wan dixin tengasiyê jiber ku ew ji ol û mezhebên cûda ne.
Di raportê de rexen li ser rewşa mafên mirov li piraniya welatên Erebî yên weke Misir, Qeter, Erebistana Saûdî hene, herwiha li welatên weke Çîn, Rûsya û Venezuela û gelek welatên din.