Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parazvanên Mafên Mirovan li Tirkîyê Dibin Armnca Çavtirsandinê


Raporta Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrkanîyê:“Bêdeng Nemîne: Polîtîkayên Tepisandinê yên Dijî Parazvanên Mafên Mirovan, 2015 -2021
Raporta Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrkanîyê:“Bêdeng Nemîne: Polîtîkayên Tepisandinê yên Dijî Parazvanên Mafên Mirovan, 2015 -2021

Li Tirkîyê, Navenda Rastî, Dadmendî û Bîrkanîyê (Hafiza Merkezî) ya sazîya civaka sivîl ser xebatên xwe yên parastin û bihêzkirina parêzvanên mafan, raporteke taybet amade kir û bi bîragiştî re parve kir.

Sazîya ku bingeha wê li Stenbolê ye ev raport bi navê “Bêdeng Nemîne: Polîtîkayên Tepisandinê yên Dijî Parazvanên Mafên Mirovan, 2015 -2021” hat parvekirin.

Raport, astengiyên revebirî yên ku parêzvanên mafan yên di bin xeterîyê de ne, rûbirû ne û reşkiraninên tekoşîna wan ya ji hêla medya vê pêşkêş dike.

Di raportê de, tê gotin ku parêzvanên mafan yên li Tirkîyê jiber xebatên xwe yên hiqûqî û rewa dibin armanca tundî, tacîz, gef û astengkirinan.

Herwiha di raportê tê destnîşankirin ku parêzvanên mafên mirovan jiber xebatên xwe wek "kesên ku meyla wan ya terorê heye" têne pênase kirin.

Ozlem Zingil
Ozlem Zingil

Li Tirkîyê, pênaseya "terorê" û "sûcên têkildar li bi awayekî bêsînor û kêfî hatiye berfirehkirin, raport dîyar dike.

Koordînatora Bernameya Xebatên Hiqûqê ya Navenda Bîrkanîyê, parêzer Ozlem Zingil ragihand ku li Tirkîye tawan, darizandin û cezayên dijî parêzvanên mafên mirovan dibe sedema pirsgirêkeke mezin ya binpêkirina mafan.

“Bêguman parêzvanên mafên mirovan girîng in. Jiber ku ev kesana bo mirovên ku mafên wan têne binpêkirin dixebitin û piştre jî bi heman rewşê re rûbirû dimînin û mafên wan têne binpêkirin. Wek min got bi giştî ev beşek mezin ya ji pirsgirêka mafên mirovan e, ” Zingil got.

Dîsa di heman raportê de tê gotin ku bi van binpêkirinan tê xwestin ku rê li ber lêgerîna mafan were girtin û civak were tirsandin.

Xebatkara Navenda Bîrkanîyê Burcu Bingollu jî dîyar kir ku di vê raportê de xuya dike ku xebatên mafên mirovan tê krîmînalîze kirin û tepisandina xwepêşandanên aştiyane, têkoşîna kedê û herwiha êrîşên dijî jinan û tevgera LGBTÎ+Q’yan derdikevin pêş.

“Em di vê raportê de bale dikşînên ser têkilîya di navebra karbidestên sîyasî û dadgehan. Herwiha, em balê dikşînên ser kempeynayên reşkirin û armanc girtina parêzvanên mafên mirovan ya ji hêla karbidestan û dadgehan,” Bingollu got.

Wê anî ziman ku raport eşkere dike xebat û pêzanînên parêzvanên mafên mirovan bi zanebûn bi rêya medyayê jî xelet têne nişandan.
Bingollu hişyar kir ku ev rê û rêbaz jî dibin sedema astengkirina

xeabatên parêzvanên mafan, tepisandin û tirsandinê.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Navenda Bîrkanîyê Raporta Tepisandinên Dijî Parazvanên Mafên Mirovan yên Tirkîyê Weşand
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG