Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta HRW li ser Zêdegavîyên Hikûmeta Sûrî


Rêxistina Human Rights Watch dibêje hêzên hikûmeta Sûrîyê tundûtûjîya seksî bikar tînin jibo êşkencekirina mêr, jin û zarokên girtî jiber serhildana dijî Beşar Esed ku ev 15 meh lidar e.

Rêxistina bingeh li New York roja Înê daxuyanîyek derxist têde dibêje leşker û mîlîtanên çekdar ser bi hikûmetê ve destdirêjîya seksî li jin û keçan dikin ku ji wan temen 12 salî ne. Di raporekê de, hevpeyvîn bi hin girtîyên berê re hatine kirin ku têde behsa binpêkirina seksî ya li ser wan hatiye kirin û herwiha hin binpêkirinên din wek, destavêtin û lêdan.

Rêxistina mafên mirovan dibêje, wê bêtir ji 20 bûyerên destdirêjîya seksî navbera Adara 2011 û Adara 2012an bi belge kiriye, ku piranîya wan li bajarê Humsê, navenda opozisyonê pêk hatine. Lê rêxistinê got, cihên ku ev destdirêjîya seksî lê dibe nayê zanîn.

Human Rights Watch dibêje, wê ti belge di dest de tune ne ka komendarên artêşê ji leşkerên xwe xwestine van karan bike. Lê herwiha got, hikûmeta Sûrîyê ti bersiv derbarê van îdiayan nedaye.

Ev rapor di demekê de hat ku çalakvan tundûtûjîya berdewam radigihînin, ku gefeyê dide welat ber bi şerê navxweyî bişemite. Çavdêrîya Sûrî ya mafên mirovan roja Înê gote Dengê Amerîka ku hêzên hikûmetê êrîşî deverên di dest opozisyonê de li Hums, Heleb, Dûma û Şamê dikirin.

XS
SM
MD
LG