Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Taybet Ser Nivîskarê Alman Gunter Grass


Peyamhinêra me Hêvî Berwarî bi sîyasetvanê derîn Ahmet Turk re xuya dibe
Peyamhinêra me Hêvî Berwarî bi sîyasetvanê derîn Ahmet Turk re xuya dibe

Günter Wilhelm Grass helebstvan û nivîskarekî navdar yê Alman e ku li sala 1999’an Xelata Nobel’ê ya Edebîyatê wergirtibû.

Helbestvan Grass li 4’ê Nîsana vê salê heklbesteke bi navê "Was Gesagt Werden Muss" anku “Divê Çi Bê Gotin” nivîsîbû. Di wê helbesta xwe de, Grasse qala xem û fikara xwe kirîbû ku êrîşeke leşkerî ya Îsraîlê dijî Îranê, dikane tevahîya gelê Îranê ji holê rake.

Ev helbesta birêz Grass bû sedema nerazîbûna Îsraîlê û Îsraîlê nehêla ku Günter Grass serdana wî welatî bike.

Nûçegîhana Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê Hêvî Berwarî li Berlînê ev raporta taybet amade kirîye.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG