Erebeyeke bumbekirî îro Yemşemê li nêzîkî bingeheke leşkerî li bajarê Reqa ya Sûrî teqiya.
Desthilatdarên xwecihî û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ev yek ragihand û gurûpa terorîst Daişê berpirsiyariya êrîşê da ser milê xwe.
Teqîn hat piştî rojekê ji kuştina serkirdeyekî encûmena bajêr.
Hêzên ewlekariya Reqa got sivîlek hate kuştin û jimarek birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî got teqînê ziyaneke mezin li dû xwe hîşt.
Daişê di daxuyaniyekê de berpirsiyariya teqînê ragihand û got armanca êrîşê şervanên YPGê bû.