Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Hikûmeta Sûrî li Raqqa Êrîşên DAÎŞ Kirin


Bajarê Raqqa piştî êrîşên hikûmeta Sûrî
Bajarê Raqqa piştî êrîşên hikûmeta Sûrî

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) dibêje, di êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî ya dijî bajarê Raqqa de herî kêm15 kes hatine kuştin.

ÇSMM radigihîne ku tev ku şervanên DAÎŞ hatin hedef girtin, 16 ji qûrbanîyan kesên sîvîl bûn ku li firineke ku DAÎŞ dixebitand kar dikirin.

ÇSMM herwiha ragihand ku êrîşeke din jî kampeke hînkirinê ya DAÎŞ û li avahîyeke hikûmetê xist ku DAÎŞ wek dadgeh bikar tîna.

Hêjayî gotinê ye bajarê Raqqa wek navenda DAÎŞ e û xîzmetên elektîrîk û av ji alîyê rêxistina tundra ve têne dayîn.

DAÎŞ herwiha mehaneyên karmendên hikûmetê dide, kontrola trafîkê rêve dibe û rêvebirina firinên nanê, banka,dadgeh,mizgeft û xwendingehan didomîne.

XS
SM
MD
LG