Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Hewil Didin ku ji Raqqayê Birevin

Kurdên ku ji tirsa Raqqa revine û çûne Girê Spî
Kurdên ku ji tirsa Raqqa revine û çûne Girê Spî

Agahîyên ku ji Raqqayê tên dîyar dikin ku DAIŞ ketîye tirseke mezin û hebûna wê di nava bajêr de pir kêm bûye.

Hin welatîyên Kurd, tevî hemî metirsîyên ser rê, ji Raqqayê direvin û berê xwe didin Kobanê û Girê Spî.

Mihemed Remê Kurdekî ji Raqqa ye û ew ligel malbata xwe giheş Girê Spî.

Remo tîne ziman ku DAIŞ’ê di rêya mizgeftan re bangekir ku Kurd ji bajêr derkevin.

“Dema dengê balafirên koalîsyonê tê çekdarên DAIŞ’ê direvin, û ew jî bû derfet ku em birevin. Li taxa Kurdan yên li bakurê Raqqa 25 Kurd ketin destê DAIŞ’ê û rewşa wan ne dîyar e.”

Malbata Kurd herwiha anî ziman ku pir xendeq li derdora bajêr hatine kolandin, û rêyên ku tên bajêr hatine mayin kirin.

ZO_6_24_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:41 0:00

XS
SM
MD
LG