Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: DAIŞ Îdia Dike ku Endamekî Wê Êrîşeke Xwekujî li Reqa Pêk Anîye


Avahîyeke wêranbûyî li Reqa
Avahîyeke wêranbûyî li Reqa

Ajansa Reuters îo Duşemê ragihand ku rêxistina Dewleta Îslamê (DAIŞ) li Reqa êrîşeke xwekujî li hember avahîyeke rêvebirêya xwevîhî pêk anîye.

Reutersê ji ajansa Amaq ya DAIŞ’ê ragihand ku di êrîşê de 17 kes hatine kuştin û birîndar kirin.

Daxuyanîya DAIŞ’ê îdia kir ku êrîşa xwekujî hember navendeke leşkerî ya bin kontrola Kurdan qewimî, lê wê ti hurgilîyên din neda.

Piştî ragihandina DAIŞ’ê, ti daxuyanî ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) nehate dayîn ku êrîş birastî çêbûye yan ne.

Reqa ku paytexta xîlafeta DAIŞ’ê bû, di sala 2017an de, bi piştgirîya êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, ji alîyê HSD’ê ve hatibû azad kirin.

Du rûniştvanên Reqa ji Reutersê re ragihand ku wan li navenda bajêr, li taxa ku ofîsên HSD’ê lê hene, dengê peqîneke hêzdar bihîst û endamên HSD’ê piştî peqînê, cîhê bûyerê û rêkên dora wê dorpeç kir.

XS
SM
MD
LG