Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rawest: Kurdên Tirkîyê Demîrtaş Wek Rêberekî Girîng Dibînin


Navenda Lêkolînê ya Rawestê bi navê ‘’Pirsgirêka Kurdan, Sîyaseta Kurdan û Demîrtaş’’ raporeke nû weşand.

Rapor ku bi danûstandinên rûbirû yên bi 1406 kesan re hatiye hazir kirin nêrînên ser meseleya Kurdan, daxwazên wan û hezkirina jibo sîyasetvanan radigihîne.

Li gor raporê Kurdên Tirkîyê ji sîyasetvanan herî zêde Selahattîn Demîrtaş hêja dibînin û li dû wî li rêzên pêş Ekrem Îmamoglu û Leyla Zana hene.

Piranîya beşdarên raporê dîyar dikin ku Demîrtaş li Kurdayetîyê xwedî derkeve, berevanîya mafên Kurdan dike û dikare bi komên din yên civakê re dikare danûstandin û dîyalogê çêke.

Beşdar dibêjin her çiqas di karên fermî de Demîrtaş ne serokê partîyekê be jî ew wî wek rêberekî dibînin.

Rapor dîyar dike ku kesên piştgirîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya li desthilatê dikin jî dîyar dikin ku Demîrtaş tevî hemî rexneyan jî li gor Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) û pêşengên wê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pirtir li rêkên danûstandin û dîyalogê digere.

61 ji sedê beşdaran sîyaseta Demîrtaş ya niha diecibînin û 11 ji sedê beşdaran jî dibêjin ku divê pirtir Kurd be.

Di raporê de hin beşdar dibêjin ku jiber ku Demîrtaş peywendîyên xwe bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re qut nekiriye bandoreke neyênî jî li ser sîyasetvanîya wî heye.

Dîsa li gor hin beşdaran jiber ku Demîrtaş çepgir e, îdeolojîk e û bi DEM Partî re dikeve nîqaşan bandoreke neyênî li sîyasetvanîya wî dibe.

Rapor dîyar dike ku Kurd li xêncî HDP/DEM Partî li ti partîyeke din bi awayekî erênî nanêrin.

Di mijara ser nêzîkbûna jibo partîyan de HDP/DEM Partî bi 5,96 li rêza pêş e, CHP bi 3,80 li rêza duduyan û AKP jî bi 3,16 jî li rêza sêyan e.

Navenda Lêkolînê ya Rawestê balê dikişîne ku AKP jibo Kurdan ji CHP’ê hîn dûr ketiye ku ew jî rewişeke balkêş e.

Rapor dîyar dike ku Kurdên Tirkîyên wek berê bi sîyasetê re ne eleqedar in ku bi tenê bala yek ji sê parên wan li ser sîyasetê ye.

Di raporê de tê gotin ku Kurd bi giştî ser sîyasetê ne geşbîn in.

Bi qasî nîvê beşdaran dîyar kirine ku divê perwerde bi Kurdî û Tirkî be.

Nîvê beşdaran jî gotine ku divê li bajarên Kurd lê pir in Kurdî zimanê rêvebirîyan wan be û ew bi zimanê xwe xizmetê bistînin.

Li gor raporê êdî li Tirkîyê Kurdbûn bi dengekî bilind û bi awayekî eşkere tê gotin û nîvê Kurdan xwe di asta bilind de Kurd dibînin.

Jêder: Rawest Research

XS
SM
MD
LG