Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranî Reîsî li Parlamanê Sond Xwar


Serokê hilbijartî yên Îranê Îbrahîm Reîsî îro li parlamana wî welatî sond xwar û dest bi kar kir.

Reîsî, ku wek mirovekî tundrê tê zanîn û piştgirîya rêberê ruhanî yê Îranê Alî Xameneyî biribû.

Wî roja Sêşemê piştî ku Xameneyî serketina wî ya hilbijartinê erê kiribû, bi fermî dest bi kar kiribû.

Reîsî di axaftina xwe de got ku divê toleyên navnetewî yên ser Îranê werin rakirin.

Li gor sîstema Îranê serokek jibo çar salan li ser vê postê dimîne.

Reîsî di vê demê de dest bi kar dike ku pirsgirikên navxweyî û navnetewî di asteke bilind de ne.

XS
SM
MD
LG