Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reûf Axayî: Hunera Grafîkî ji Kurdan re Nû Ye û Piştevanî Jê Re Divê


Raouf (sasan) aghaie
Raouf (sasan) aghaie

Hunera grafîkî hunereke pir nûjen û balkêş e ji cîhanê re jiber ku bi rojan her li pêş dikeve.

Li gor pêşketina teknelojîya û bernamên komputerê û ya din jî pêşveçûna bazirganîya cîhanê, rêyeke mezin li pêş vê hunerê vekiriye.

Di nav Kurdan de ji ev huner roj bi roj zêdetir dibe û şarazayên wê jî gavên baş û cîgirtî davêjin.

Hunermendê grafîkî Reûf Sasan Axayî yek ji wan hunermendan e ku xebatên balkêş di warê hunera grafîkî de afirandine. Ew hîn jî berdewamîya van xebatan dike da ku ew huner derbazî malan bike û nirxên vê hunerê bi gelê Kurd re bide nasîn.

Reûf Axayî di sala 1987’an de li Bokan ji dayik bûye û li bajarê Mahabadê mezin bûye.

Ew di sala 2003’an de Peymangeha Teknolojîya Zanistên Kompîterê qedand.

Ew niha li Stenbolê dijî û xebatên xwe li wî bajarî didomîne.

Sasan gelek berhemên grafîkê jibo karxaneyan, kesitîyên taybet û hindekî din jî berhmênên bi COVID-19 girêdayî afirandine û bi taybetî ya maskên parastinê.

Ji bilî van xebatên wî yên hunerî, wî di Radyo ya Newa de wek rojnamevan û dîzayner jî xebitiye.

“Ev huner hîn cîhê xwe di nav civata Kurdan de negirtîye û pêwîst e ku li ser were xebitandin û piştevanî jî ji alîyê her kesekî were kirin jibo ku ev li nav Kurdan bêtir bibe û rêz ji wê re were girtin,” Axayî dibêje.

***

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:35 0:00

***

XS
SM
MD
LG