Rêbera rikeberîya Belarûsê Maria Kolesnikova ya di girtîgehê de Xelata Mafên Mirovan ya Vaclav Havel ya nehan wergirt.
Li ser navê Kolesnikova, xwîşka wê Tatsiana Khomich li Strasbourg ya Fransa beşdarî merasîma Meclîsa Parlamanteran ya Konseya Ewrupa bû.
Kolesnikova, sala borî yek ji pêşengên protestoyên dijî Serokomarê Belarûsê Aleksander Lukashenko bû û wê di serê Îlonê de 11 sal cezaya girtîgehê sitandibû.
Welatên rojava ser cezaya li Kolesnikova hatiye birîn bertek nîşan dabûn.
Amerîka ser cezayên bo Kolesnikova û Maxim Znak, ku pêşengên protestoyan bûn, hatine dayîn hikûmeta Belarûsê şermezar kiribû.
Khomich piştî li ser navê Kolesnikova xelat sitand û got ku divê ew piştgirîya gelê Belarûsê bikin.
Wê da zanîn ku bi sedan girtîyên sîyasî, di rewişên xirab de li girtîgehên Belarûsê têne girtin.
Lukashonko, ku 27 sal in li desthilatê ye, par bi protestoyên berfireh re rûbirû mabû û wî ew protesto bi piştgirîya Rûsya rawestandibûn.