Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Her Du Koreyan Kom Bûn


Serokê Koreye Bakur Kim Jong Un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae In îro Înê li gundê Panmonjom, ku di navbera her du dewletan de sînor e, kom bûn.

Kim bi çûyîna hêla Koreya Başûr, bû serokê pêşî yê ku piştê Şerê Kore ya sala 1950 – 1953’yan derbazî wê hêlê bû.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae In, li hêla herêma ewlekarîyê ya sînor pêşwazîya Kim kir. Piştî silavan, Kim bi awayekî surprîz ji hevtayê xwe xwest ku derbazî hêla Koreya Bakur bibe. Moon sînor derbaz kir û cara pêşî ket nav axa Koreya Bakur.

Di hevdîtina dîrokî de, mijara sereke bernameya muşekan û çekên navokî ya Koreya Bakur e. Her du rêber dê ser aştîyeke mayînde jî danûstandinan bikin.

Di serê hevdîtinê de Moon got ku ‘’bi hevdîtina dîrokî re Panmunjom êdî sembola aştîyê ye’’ û dîyar kir ku ew hevî dike ku ji danûstandinan encamên erênî derkevin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un jî da zanîn ku ew li bendê ne ku ‘’lihevkirineke hêja’’ pêk bînin, ger ew wisa nekin dê xeyalên gelên wan bişikên.

Piştî gera yekê ya danûstandinan, Kim bû navbera nîvro vegerîya Koreya Bakur.

Hevdîtina her du rêberan dê rojekê bidome û li ber e ku bi xwarina şîvê biqede.

Her du rêber dê piştî danûstandinan dê bi navê Danezana Panmunjon daxuyanîyeke hevbeş bidin.

XS
SM
MD
LG