Li Tirkîyeyê, di 12 Hezîranê da hilbijartinên giştî dê pêk werin. Partîya opozîsyonê ya serekî, Partîya Gel ya Komarî (CHP), ji bo mitinga xwe ya hilbijartinê li Dîyarbekirê bû. Mitînga ku bi beşdarîya nêzîkî 2 hezar kesan pêk hat, saetek dewam kir.
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu, li Qada Îstasyonê ji Dîyarbekirîyan re axivî û di gotara xwe da polîtîqayên AKP’ê rexne kir.
Kemal Kiliçdaroglu ji bo serokwezîrê Tirkîyeyê got “ Erdogan got, pêngava rê vekirînê, lê ev pêngav li herêmê bi derebeyên girtî li ser çavên wî hatin girtin, îcar radibe şaredarîyan sucdar dike”.
Kemal Kiliçdaroglu jibo pirsgirêka Kurd jî got “çareserkirina vê pirsgirêkê deynê stûya min e.”
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn, guhdarîya vê raportê bikin.