Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Lîbyayê Fermana Hilweşandina Komelên Çekdarî Dide


Rêberê demkî yê Lîbyayê fermana hilweşandina hemû komelên çekdarî yên ne qanûnî da, piştî xwepêşandanên mezin li dijî çekdaran hatin kirin.

Serokê Encûmena Niştîmanî Mehemed El Meqrîf roja Yekşemê soz da ku hemû komelen çekdarî û kampên leşkerî yên dervey kontrola dewletê hilweşînît.

Hêzên hikûmeta Lîbî roja Şembî bingehên çekdarî li bajarê Binxazî kontrol kirin piştî şer û pevçûnan. Di wan pevçûnan de 11 kes hatin kuştin û bi kêmî ve 60 kesên din birîndar bûn.

Hatîye ragihandin ku komela çekdarî ya Ensar El Şerîya têkelî hebû bi êrîşa roja 11’ê Îlonê û kuştina çar dîplomatên Amerîkî li Binxazî.
XS
SM
MD
LG