Welatên Yekgirtî yên Amerîka, rêberekî serekî yê Talîbana Pakîstanî Qarî Huseyîn xistê lîsteya reş ya terorîstan.
Daxuyanîyeke Wezareta Derve ku Pêncşemê hate belav kirin dibêje, Qarî Huseyîn yek jî qumandarên bilind yên Tehrîkê Talîbana Pakîstanî (TTP) ye. Daxuyanî lêzêde dike ku wî gelek êrîşvanên xwekuj fêr kirine ku hinêk ji wna jî zarok in.
Daxuyanî dide zanîn, bi vê biryara nû hemî dirav û hebûnên Qarî Huseyîn yên li Amerîkayê têne cemidandin û rê li ber hemwelatîyên Amerîkî tê girtin ku têkîlîyên aborî ligel wî bikin.
Daxuyanîya wezaretê her wiha dibêje, Qarî berpirsîya gelek êrîşên xwekuj yên seranser Pakîstanê bi stûya xwe ve girtîye.
Her wiha, tê bawer kirin Qarî Huseyîn ji kuştina sîxûrê dualî Humam Mihemed Ebu Mulal El Balawî berpirs e, ku di êrîşa wî ya xwekuj de 7 karmendên CIA li Afganîstanê hatibûn kuştin.