Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekê Talîbana Pakistanê li Afganistanê Hate Kuştin


Di êrîşeke asmanî ya NATO’yê de li rojhilata Afganistanê rêberekî Talîbana Pakistanê hate kuştin.

Hevpeymaniya navneteweyî ragihand ku di wê êrîşê de li parêzgeha Kunar, Mewlewî Dadullah û çend kesên din hatin kuştin. Raporên medyayê radigihînin ku 12 çekdar di êrîşê de hatin kuştin.

Li gor NATO’yê, Dadullah, ku wekî Cemal tê nasîn, berpirsê tevgera şervan û çekan bû û herwiha berpirsê êrîşên dijî hêzên Afganî û yên hevpeymaniyê bû.
XS
SM
MD
LG