Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ereb Piştgirîya Plana Annan Dikin


Rêberên Ereb, di hilcivînekê de li Bexdayê kom bûn ku kêşeya berdewam ya Sûrî çareser bikin. Ev, kombûna yekê ya ji sala 1990'an anku dagirkirina Kuweytê ji alîyê Îraqê vir vir ve ku civîna Yekîtîya Ereb li wî welatî tê kirin.

Rêberên Yekîtîya Ereb bang li hikûmeta Sûrî û opozîsyonê kir ku şert û mercên plana aştîyê ya Kofi Annan demûdest bicîh bînin. Plan daxwaz ji her du alîyan dike ku şer rawestînin û dest bi dîyalogê bikin.

Lê, daxwaz ji Beşar Esed nake ku wekî beşekê veguhastina sîyasî, dest ji posta xwe ya seroktîyê berde.

Ji 22 endamên Yekîtîya Ereb, tenê 9 dewlet pişikdarî li kombûna li Îraqê kir. Serokê Sûrî Beşar Esed ji civînê re nehate vexwandin.

Beştarnebûna rêberên din, cudabîrîyên giring yên navbera rêberên Ereb nîşan dide ku li ser çareserkirina kêşeya Kurdî çiqas ji hev dûr in.

XS
SM
MD
LG