Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Îranê Rexnê li Rojava Digirin


Rêberên Îranê bi tundî rexnê li Rojava digirin û wan bi sîyasetên dijminatîyê hember Îranê dimeşînin, bi taybet piştî danûstandinên navokî yên vê dawîyê ligel hêzên cîhanê li Mosko ku bê pêşketin bi dawî bû. Ev nûçe ji alîyê medya Îranî hate ragihandin.

Serokê Îranî Mehmûd Ehmedînejad li rex konferansa Rio+20 ya pêşketinê li Brazîlê ligel Sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki-moon axivî û bang li hêzên cîhanê kir ku vegerin çarçoveya qanûnî yan danûstanên ligel Tehranê derbarê programa wê ya navokî ya kêşe li ser.

Ehmedînejad gote televizyoneke Îranî, alîyên dixwazin xwe bidin pêş dive dijminatîyê ligel Îranê nekin. Serokê Îranê berevanîya welatê xwe kir û got, Îran pêşnîyarên qanûnî, avakir û dostane di danûstandên Mosko de pêşkêş kir.

Du rojên sax ji danûstandinên navokî navbera Îran û şeş hêzên cîhanê roja pêncşemê li Mosko bi dawî bûn ligel tenê rêkeftinekê ji herdu alîyan ku danûstandinên ast nizim berdewam bikin.

Îran îdia dike programa wî ya navokî jibo mebestên aştîyane ne, lê welatên Rojava Îran bi hewldana çêkirina çekên navokî tewanbar dikin.

XS
SM
MD
LG