Du rêberêt serekî yêt rikebriyê li Îranî rexna li destûdarê noke yê hikûmeta îslamî digirin, di wextekê da ku welat xwe amada diket bo bîrhatina salvegera 32ê ya şorişa Îranî li roja Eynî.
Di belavnamekê da roja Sêşembî li ser malperêt xwe, herdu berbijarêt serokatiyê yêt berê Mîr Husên Mosewî û Mehdî Kerrobî dibêjin hikûmet heman kiryarêt zêrevanyê û tepeser kirinê bikar tînît ku berî şorişa sala 1979 di hatine bikar înan.
Ew dibêjin kiryarêt tepeser kirinê ku ji aliyê desthelata Mehmod Ehmedînijadî ve têne bikar anîn reftarêt dijî dewleteka îslamî ne .
Mosewî û Kerrobî li sala 2009 di helbijartinêt serokatiyê da sernekeftin beramberî rêzdar Ehmedînijad, belê dibêjin fend û fêl di hebijartinan da hatibûne kirin.
Li sala borî, Hêzêt parastina Îranî xwenîşanderêt dijî hikûmetê li Tehranê tepeser kirin, di wextê xwenîşadanêt salvegera 31ê ya şorişa sala 1979.
Bizavkarêt rikeberyê got, efserêt parastinê gazê rondikrêj û darêt destî bikar înan bo belave kirina xwenîşanderan.