Endamê fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demukrat HSDê Rêdûr Xelîl di hevdîtineka taybet de li gel Dengê Amerîka behsa pêşketinên dawî yên êrîşa Tirkiyê li bajarê Efrînê kir.
Wî got:
“Termên leşkerên Tirk di destê şervanên me de ne, û ku Tirkiyê têkçûna xwe li Efrînê veşêre, dixwaze bi riyên cuda cuda bi me re têkeve têkiliyê û termên wan vegerîne bê ku kes zanibe.”
Xelîl ji peyamnêrê Dengê Amerîka Zana Omer re got:
“Endamên Hêzên Mertala Feratê ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, li banga daxuyaniyeka me hatin û rojê bi dehan tên û xwe radestî HSDê dikin.”
Xelîl her wiha anî ziman ku ew li Efrînê dijî gurûpên terorîst, wek gurûpa Cebhet el-Nusra, şer dikin.