Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl: Tirkîye Bila Dev ji Fikarên Neheq Berde


Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl
Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew dixwazin bi Tirkîyê re peywendîyên wan yên baş hebin.

Xelîl bang li Tirkîyê kir ku dev ji fikarên xwe yên ‘’neheq’’ berde. Berdevkê YPG’ê dîyar kir ku ewê Amerîka bi alîkarîya çekan piştgirîya terorîstan neke.

Tirkîye, YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û derbarê alîkarîya çekên giran ya Amerîka jî nerazîbûna xwe nîşan dide.

Ji alîyê din ve, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya YPG’ê li herêma Tabqa ya ji destê DAIŞ’ê rizgarkirî mayînan pûç dike.

Piştî Tabqa, ewê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka û HSD berê xwe bidin Reqa ku 40 kîlometre li rojhilata Tabqa ye.

XS
SM
MD
LG