Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Eşîretên Sunnî: Em Yekîtiya Axa Îraqê Diparêzin


Şadman Mela Hesen, Şêx Rafai al Fehdawî, Oktay Yalmaz
Şadman Mela Hesen, Şêx Rafai al Fehdawî, Oktay Yalmaz

Piştî encamên Referandumê hatin esker kirin, Komîta Bala ya Referandumê roja Yekşemê di civîneke taybet de, li havîngeha Selahedîn, bi rêvebirîya serokê herêma Kurdistanê birêz Masûd Barzanî û amadebûna cêgirê wî Kusret Resûl di civîneke taybet de navê komîtê guherand bo Encûmena Serkirdayetîya Kurdistana-Îraqê.

Pirsa ragihandina Encûmena Serkirdayetîya Siyasî ya Kurdistana–Îraq, mijara bernamek taybet ya pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû.

Mêhvanên Bernamê, birêz Şadman Mela Hesen ji Silêmaniyê û birêz Wahid Ada ji Diyarbakir "Amedê, herwiha nûçegihanê dengê Amerîka li Kerkuk Dilşad Enwer beşdarî bernamê bûn.

Dem ku, bername dihat weşandin Nûçegihanê Dengê Amerîka li Kerkuk Dilşad Enwer da zanîn ku liv û tevgereke ne normal li deweûberên Kerkuk û ser merzê Îraq-Îranê heye li derwazeya Başmax ku, yek ji deriyên sinorî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê Îraqê de ye, niha Îran hêzên xwe yên leşkerî nêzîkî wê herêmê dike.

Di bernamê de herwiha şirovekarê Tirk Oktya Yalmaz di hevpeyvînek kurt de nerîna dewleta Tirkî anî ziman û got, niha Tikiye, Îran û Îraq di nava tedbîrên siyasî, êkonomî û heta yên leşkerî de ne jibo helwest wergirtinê li didij referandumê anî ziman. Herwiha birêz Rafa'i Ebdulkerîm al-Fahdawî serokê eşîretên Erebên Sunnî li dij terorîzmê got, weke pêkhateya Erebên Sunni yekparçeyîya axa Îraqê di parêzin û li dij cûdabûna herêma Kurdistanê ne ji Îraqê.

Bernama Taybet
please wait

No media source currently available

0:00 0:44:46 0:00

XS
SM
MD
LG