Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Tirkîyê Bernivîsa Qanûnê Pejirand, di Meha Nîsanê de Referandûm E


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan do Înê teklîfa guherandina hin xalên qanûna bingehîn erê kir.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş, da zanîn ku referandûm dê di 16'ê Nîsanê de li dar keve.

18 xalên ku meha borî di meclîsa Tirkîyê de hat pejirandin, jibo wê dewletê pergala serokatîyê tîne. Hikûmet dibêje bi pergala serokatîyê ewê serokatîyeke xurttir hebe, lê rikeberî destnîşan dike ku bi wê pergalê pêşi li rêvebirîya tek şexsekî vedibe.

Li gor bernivîsa qanûnê, hikmê feshkirina meclîsê, ragihandina rewşa awarte, derxistina Biryarnameya Qanûna Desthilatê (KHK), û tayînkirina nîvê endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn dikeve destê serokomar.

Serokwezîrî dê ji holê rabe û li şûna wê dê cîgirên serokomar hebin.

Ji nîvî pirtir parlamenterên meclîsê piştgirîya reforma Qanûna Bingehîn dikin, lê di referandûmê dê gel çi bibêje hîn ne dîyar e.

XS
SM
MD
LG