Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Koçberên li Tirkîyê di Navbera Bazarek Sîyasî Û Pirsek Mirovahî da


Hejmarek koçber li deriya Bazar Gul roja Sêşemê 03 03 2020
Hejmarek koçber li deriya Bazar Gul roja Sêşemê 03 03 2020

Piştî bi dehan leşkerên Tirkiyê li Idlibê hatin kûştin, niha li ser sinorên Tirkiyê û welatên Ewrupa, koçberên li Tirkiyê ji wan milyonan koçberên Sûrî xwîk û baca nakokiyên li Îdlibê didin.

Biryara Tirkiyê ya vekirina deryên Ewrupa li hember koçberan, bo sedema rexneyên berpirsên Ewrupî û dibêjin, em kar anîna karta penaberan weke fişar bo ser Ewupa qebûl nakin,

Wezîrê navxweyê Tirkiyê Suleyman Soylu, roja Sêşemê got, heta îro zêdetirî 130 hezar koçberan xwe gihandîye ser sinorên Ewrupa.

Zêdebarî ku şanda Yekêtîya Ewrupa, ya Amerîka û wezîrê derve yê Brîtanya li Tirkiyê ne, jiber kirîza penaberan û nakokiyên li Îdlibê, lê dîsan serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, ku ewê deriyan li hember koçberan vekirî bihêlin.

Bernama Hest û Helwest ev mijar bi mêhvana ra gotûbêj kir. Mêhvanên bernamê berêz Xelil Xelo Xwendekarê Diktorayê û çalakvanê mafên mirov ji Stenbol, berêz Wayîl Cece penaberê Sûrî ku li ser sinorê Tirkiyê-Yunanistanê li deriyê sinor Bazar Gul li Edirne dimîne û berêz Newaf Mîro nivîskar ji Almanya beşdar bûn.

Wayîl Cece ku penaberekî Sûrîye tevî malbata xwe hewil dide xwe bigehîne Ewrupa got, niha li ber deriyê Bazar Gul li ser sinorê Yunanistanê ji 20-30 hezar penaber hene û dixwazin derbazî alê Yunaistanê bibin, lê polîsê Yunanistanê rê nade. Wayîl dibîje, zaro û jin pir hene û di rewşek xerab da dijîn û bi îsrarin ku derbazî aliyê din bibin eger ku du-sê mehan jî, li ser sinor bimînin.

Berêz Xalid Xelo, nêrînên xwe di bernamê da anîn ziman û got, çareserîya pirsgirêka penaberan tenê dikare li ciyên ku pirsgirêk der dikevin bihên çareser kirin, weke din çareyek din tin eye.

Xalid Xelo dîsan dibîje, Tirkîye sûdmende ji penaberan, ne tenê penaberên Sûrî li Tirkiyê hene yên Îranî, Afganî û Pakistanî jî hene, Tirkîye bixwe dixwaze penaber werin Tirkiyê jibo feydeya madî û perek baş digihe wê, herwiha aliyê wê yê siyasî jî heye,

Herwiha nivîskar Newaf Mîro jî da zanîn ku, ji sedema hatina hejmarên zêde yên penaberan bo Ewrupam, partî û hêzên nijadperst bihêz dibin.

Mîro dibêje, mediya Ewrupî di nivîsên xwe da dibêje, nedibû Ewrupa destê xwe dabye xwîkxwarekî weke Erdogan, ew bi behaneya koçberan peran ji Ewrupa distîne.

Hest û Helwest 03 03 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:40 0:00


XS
SM
MD
LG