Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyonên Herêmî û Navnetewî Hember Rêkeftina HSD û Şamê

Rêkeftina ku îro Înê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûrî hate ragihandin reaksyonan rêberên herêmî û navnetewî anîne holê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li lihevkirina di navbera herdu alîyan de diyar kir.

Barzanî di postekê de li ser Xê got ku ew piştevanîyê dide lihevkirina ji bo rawestandina şer û tevlîkirina sazîyên leşkerî û kargêrî, misogerkirina mafên sivîl û perwerdeyê yên gelê Kurd û vegera koçberan bo deverên xwe.

Barzanî rêkeftin wekî gaveke girîng û rast ber bi çaresrîyeke aştîyane û dawîkirina qeyranan ve binav kir.

Li alîyekî din, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rêkeftina HSDê û hikûmeta demkî ya Sûrîyê got, “Ez pêşwazîya peymana di navbera hikumeta Sûrîyê û HSDê de dikim. Ez hêvî dikim ku ew berfirehtir bibe û bibe sedema aştî, azadî, aramî û geşebûna seranserê Sûrîyê."

Serokê hikûmeta Herêmê li ser Xê da zanîn: "Divê (rêkeftin) mafên rewa yên hemû civakan misoger bike û rê li ber vegera bi rûmet ya derbideran veke.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî derbarê rêkeftinê got ku “Ev ew tişt e ya ku Fransayê piştgirîyê dike.”

Macron di daxuyanîyekê de ku li ser tora X belav bû, lihavhatin di navbera serokê demkî yê Sûrî Ehmed el Şeri' û Mezlûm Ebdî pîroz de kir.

Macron got, "lihevkirin wê derfetê bide agirbesteke herdem û tevlîbûna aştîyane ya HSDê, û Fransa piştgirîyê dike."

Serokê Fransayê da zanîn ku Fransa dê bi hevkarî ligel hevparên xwe bi berdewamî piştgirîya Sûrîyê û gelê Sûrîyê bide li ser rêka aramî, dadperwerî û jinûve avakirinê.

Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî jî daxuyanîyek derbarê rêkeftinê da û got ku ew pêşwazîyê lê dike.

Talebanî li ser X spasîya Amerîka û Fransa û welatên din yên ku di rêkeftinê de garantor bûn kir.

"Ji nava dil spasdarîya xwe pêşkêşî hemwelatîyan, bi taybetî ciwanên Kurdistanê û dîasporayê dikim ku piştgîriya Rojava kirin û ji Cîhanê re gotin, Kurd yek e," wî got.

"Hewldan û berxwedana birayê xwe General Mazlûm Ebdî ji bo mafê gelê me yê Rojava bibîr tinim û jê re dibêjim, ez bi te şanaz im û weke hertim li pişta te me," Talebanî da zanîn.

XS
SM
MD
LG