Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî yê Îranê Dibêje Ewê bo Rakirina Toleyên Amerîkî Gavan Bavêje


Serokê hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Reisî îro Sêşemê dîyar kir ku ewê bi armanca rakirina toleyên "zalimane" yên ku ji hêla Amerîka dîjî Îranê hatine ragihandin, gavan bavêje.

Li ber e ku piştî rêberê ruhanî yê Îranê Alî Xamenîy bi fermî posta Reîsî erê bike û ew di dawîya vê hefteyê de dest bi seroktîyê bike.

"Emê hewil bidin ku toleyên zalimane yên ku ji hêla Amerîkayê ve hatine ragihandin, rakin."

Raisî ku di bin toleyên kesane yên Amerîka de ye jiber îdiayên binpêkirina mafên mirovan di paşerojê xwe ya ku dadwer bû, soz da ku ewê şert û mercên jîyana Îranîyan baştir bike.

Jîyana rojane ya Îranîyan ji 2018'an vir ve xirabtir bûne, piştî ku Washington ji peymana navokî vekişîya û toleyên li ser Îranê jinûve ragihand.

Îran û şeş hêzên cihanê ji Nîsanê vir ve jibo vejinîna peymana navokî danûstandinan dikin.

Karbidestên Îranî û yên rojavayî dibêjin ku pirsgirêkên girîng hîn jî hene.

Gera şeşa ya danûstandinên nerasterast yên di navbera Tehran û Washingtonê de li Vîyana di 20'ê Hezîranê de hate rawestandin, û alîyan hîn eşkere nekirine ku ka ewê kengê jinûve destpê bikin.

Reîsî dê roja Pêncşemê sond bixwe û piştre re yek hefte dema wî heye ku kabîneya xwe ava bike û jibo dengdana pêbaweriyê pêşkêşî parlamentoyê bike.

XS
SM
MD
LG