Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Navbera Rêberên Olî li Bakurê Sûrîyê Pêk Hat


Rêberên olî yên li kantona Cizîrê di civîneke taybet li hev civîn ku dîyaloga nav xwe xurt bikin.

Wan herwiha bo pêkanîna çareya aştîyane û redkirina destdirêjîya Tirkîyê ya hember axa Sûrîyê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de rihsipîyên Êzîdî, Krîstîyan û Misilman amade bûn û kêşeyên civakên xwe nirxandin.

Serokê encûmena olî li bakurê Sûrîyê Mihemed Alqedirî got ku ew dixwazin têkîlîyên dîrokî yên navbera pêkhatîyên herêmê bidome.

Li ser dagirkirina Tirkîyê ya perçeke Sûrîyê, axaftin hatin xwendin û beşdaran piştrast kir ku Sûrîyeke yekgirtî rêya çareserîya alozîyê ye.

Şêx Fayiz Şêx Namis ji got ku ew dagirkirina perçeyek ji axa Sûrîyê naxwazin.

ZO_11_28_2018_Oldarên_rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG