Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Remzî Kartal: Biryara Dadgeha Belçîkî jibo Welatên Din yên YE Mînak E


Dadgeha Brûkselê ya Belçîka îro Pêncşemê biryar da ku sîyasetvan û rêxistinên Kurd bi tawana terorîzmê dadgeh neke. Dadgehê di biryara xwe de got ku rewşa li Tirkîyê di çarçoveya pevçûnên çekdarî ye û nabe qanûnên terorîzmê di darizandinê de were xebitandin.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser encama dadgehê û sedemên vekirina wê agahîyên berfireh dide Dengê Amerîka.

Kartal bal dikşîne ku ew biryar derheqa dozen din yên li welatên din, dikare bibe biryarake mînakî jiber ku Belçîka navenda Yekîtîya Ewrupa ye.

Kartal herwiha dide zanîn ku dadgehê di biryara xwe de bal kişandiye ku kiryar û xebatên rêxistinên Kurdan di çarçoveya azadîya ramanê de bêne nirxandin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:11:24 0:00

XS
SM
MD
LG