Breaking News

Renge Mizgeftek Nizîkê Cihê Hêrişên 11-ê Îlonê li New York Bihêt Ava Kirin.

Desteyeka Civakî li New York piştevaniya ava kirina mizgeftekê dike nizîkê cihê hêrişên teroristî yên 11-ê Îlon a 2001.

Desteya Civakî bi 29 biramber bi 1 deng pêşniyara ava kirina mizgeftê pejirand; 10 endaman di deng danê de amade nebûn.

Rexnegir dibêjin bêrêzî ye ji bo qurbaniyên hêrişên teroristî ku mizgeft nizîkê cihê avahiyên Navenda Bazirganî ya Cîhanî bihêt ava kirin, ku ji layê tondrêyên Îslamî hatin ji nav birin. Belê piştevanên planê, ji wan fermandarê Manhattan, dibêjin giring e ku hedan û bênfirehî biramber hemî grupên olî bihêt nîşa dan.

Rêkxerên mizgeftê pêdivîye razî bûna komîteya parastina avahiyên dîrokî wergirin, ji ber ku avahiya ew dixwazin bikin mizgeft li sala 1850 hatiye ava kirin.



XS
SM
MD
LG