Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Rûsya Zanyarî Derbarê Cihên Hêzên Amerîkî Daye Îranê

Raporteke Washington Post ku Rûsya di dema şerê dawî li Îranê de zanyarî li ser cihên hebûna leşkerî ya Amerîkî, di nav de keştî û firokên şer, agahdarî daye rejîma Îranê.

Washington Post, li gorî karbidestên agahdar, ragihand ku Moskowê zanyarî bi Tehranê re li ser cihê hêz û alavên leşkerî yên Amerîkî li herêmê parve kiriye. Ew dibêje zanyarî dikare bo Îranê bibe alîkar ku armancên girêdayî Amerîkayê di şerê berdewam de.

Li gor raportê, ji destpêka kiryara leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ve Rûsyayê zanyarî li ser cihên keştîyên şer, firok û hebûnên din ên leşkerî yên Amerîkî daye rejîma Îranê. Karbidestên ku ev agahî dane Washington Post, navên xwe eşkere nekirin ji ber hestîyarîya mijarê.

Pispor dibêjin ku parvekirina zanyarî ya bi vî rengî dikare ronîyê bide ser wê yekê ka sedema çi ye ewqas êrîşên dawî yên Komara Îslamî li ser armancên Amerîkayê pêk tên.

Ji destpêka şer û pevçûnan ve, Îran bi hezaran dronên xwekuj û bi sedan mûşek avêtine ser baregeh, balyozxane û armancên din ên leşkerî yên Amerîkî li herêmê.

XS
SM
MD
LG