Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Amerîka Dê 10 Hezar Leşkerên Din Bişîne Rojhilata Navîn

RojnameyaWashington Post ragihand ku di du hefteyên bê de dê zêdetirî 10 hezar leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn werin bicihkirin.

Rojnameyê di raporteke xwe ya Çarşemê de got ku Pentagon dê di rojên pêş de bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn, ji ber ku rêveberîya Serok Donald Trump hewl dide givaştinê li Îranê bike da ku bigihêje rêkeftinekê ku dawîyê li şer bîne.

Hêz dê nêzîkî 6,000 leşkerên li ser keştiya firokhilgir a USS George Bush û çend keştîyên şer ên pê re bin.

Tê pêşbînkirin ku heta dawîya Nîsanê, 4,200 leşkerên din ên deryayî li herêmê werin bicihkirin.

Ev leşker dê tevlî nêzîkî 50,000 leşkerên ku Pentagon dibêje beşdarî operasyonên li dijî rejîma Îranê bûne bibin.

Admîralê deryayî yê xanenîşbûyî James Foggo dibêje, "bicihkirina keştîyên şer ên Amerîkî li herêmê dê fişarê li ser Îranê bike û eger danûstandin bisernekevin, bijareyên bêtir bide rêberên payebilind ên leşkerî yên Amerîkî."

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt got, "Trump bi Îrane hemû bijarde li ser maseyê hiştine, eger Îranî dev ji armancên xwe yên navokî bernedin û negihêjin rêkeftinekê ku Amerîkayê razî bike."

Serok Trump piştî têkçûna danûstandinên aştîyê li Pakistanê yên roja Şemîyê ji rojnamevanan re got ku ne girîng e ku rejîma Îranê vegere ser maseya danûstandinan ji ber ku "artêşa wan nemaye, mûşekên wan pir kêm bûne û şiyana wan a berhemanîna mûşek û dronan heta radeyeke bilind nemaye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG