Li hemû dewletên cîhanê ku her zagûnek derdikeve pêwiste di parlemanê re derbas bibe, li Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi Encûmana Giştî tê nasîn.
Encûmana Giştî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê ji heftê(70) endamî pêk tê, ku her herêmek heft endaman ji encûman yasesazî hildibijêre ta ku wê herêmê di encûmana giştî de temsîl bike.
Hevseroka Encûmana Giştî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê Sîham Qiryo ji Dengê Amerîka re li ser pêkhatina Encûmana Giştî axifî û got:Hemû endamên Encûmana Giştî ne endamên Encûmana Yasesazên ên herêmên Rêveberiya Xweser jê pêk tê.
Ji aliyê komîtên ji Encûmana Giştî şax dibin ji bilî komîta qanûnî ta niha tu komîte nehatine avakirin ,lê pilan heye ku çar komîte ji bo şopandina karê Rêveberiyên heft ku Rêveberiya Xweser jê pêk te bên avakirin.
Qiryo ji Dengê Amerîka re zelal kir ku her navçeyek xwe bixwe birêve dibe.
Herwiha Qiryo diyar kir "zagûniya rûnîştina Encûmana Giştî pêwiste endamên Encûmana giştiye beşdar 50%+1 be ta ku rûnîştin qanûnî be û erê kirin zagûnan pêwistiya xwe bi 50%+1 ji dengê endaman heye.
Hêjayî gotinê ye ku her herêmek ji herêmên Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyê Encûmana xwe ya yasayî heye, lê encûmana giştî zagûnên desteyên navendî biryar dike ,weke desteya darayî,Berevanî û desteya derva.