Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyva Sora Kurdî û Rêxistina Îtalî Xizmeta Birîndarên Sivîl Yên Reqa Dikin


Xizmentên Heyva Sor a Kurdî li Reqa
Xizmentên Heyva Sor a Kurdî li Reqa

Li bakurê Sûry, piştî dest bi rizgarkirina bajarê Reqa hatî kirin, gelek kesên sivîl bûn qurbana şerên li Reqa yên di navbera Hêzên Sûrya Demokrat û hevpeymaniya navnetewî bi serokatiya Amerîka ji aliyekî û çekdarên Îslamî yên tûndrê li aliyê din.

Xizmentên Heyva Sor a Kurdî li Reqa
Xizmentên Heyva Sor a Kurdî li Reqa

Diktor Şêrwan Berî, hevkarê Heyva Sor ya Kurdî gote Dengê Amerîka, ev hefteyeke wan dest bi pojekî taybet kirîye jibo pêşkeşkirina xizmetên pizîşkî bo birîndarên sivîl, nûha Heyva Sor a Kurî bi hevkarîya rêxistineke Îtalî û saziyeke Yekêtîya Ewrûpa nêzî 3000 birîndarên şerên dijwar li herêmê derman û çareser dikin.

Diktor Şêrwan dide zanîn ku nûha 15 Ambolans di dest wan de hene, herwiha sê xal û bingehên saxlemî li herêmên nêzîkî bajarê Reqa danîne, ew birîndaran ji bajar û herêmên şer vediguhêzin van bingehan û çvdêrîya wan dikin.

Diktor Şêrwan dîsan dibêje, projeya wan 70% jibo sivîlan hatîye terxankirin û xizmetên xwe pêşkeşî birîndar û nexoşên sivîl dikin.

Dr. Shirwan Berî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00
Xizmetên Heyva Sora Kurdî li Reqa
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG