Duşemê 23ê Sibatê 2026 di êrîşeke çekdarî de herî kêm 4 endamên hêzên ewlehîya hikûmeta Sûrî ya demkî hatine kuştin.
Çavkanîyeke taybet ji herêma Reqa gote Dengê Amerîka di 72 saetên borî de 5 êrîşên çekdarî pêkhatine.
Heman çavkanî da zanîn ku “Îro Duşemê li herêma Sebahîyê ya Reqayê êrîşk pêkhat û herî kêm 4 kes hatine kuştin.”
Çavkanî dibêje doh jî, li herman xala kontrolê ya Sebahîyê endamekî asayîşa giştî ya hikûmeta demkî hatbû kuştin û yek birîndar bibû, "di êrîşa îro Duşemê de jî hejmarek kes hatine kuştin û çend jî birîndar bûne û hikûmet neçar maye ku xala kontrolê bicî bihêle û ji wir derkeve".
Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê(SANA) got “Hêzên Ewlekarîya Navxweyî roja Duşemê bi serkeftî êrîşeke terorîstî ya li ser yek ji xalên kontrolê yên ewlehiyê yên li bajarê Reqayê, bakur-rojhilatê Sûrîyê, têk bir. Di encamê de çar endamên ewlehîyê şehîd bûn û du yên din birîndar bûn, her wiha yek ji terorîstên êrîşkar hate bêbandorkirin.”
Wezareta Navxweyî ya hikûmeta demkî ya Sûrîyê bi rêya Telegramê ragihand û destnîşan kir ku ev bûyera duyemîn a êrîşa terorîstîye li dijî Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li herêmê di nava 48 demjimêran de ye.
Raportên ji herêmê û li ser platformên medya civakî hatine weşandin hin dîmen ji êrîşa roja Duşemê weşandin û termên du sê mirîyan nîşan dan.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR)ê jî ragihand ku li bajarê Reqayê şerên çekdarî di navbera endamên xala kontrolê ya Sebahîya, ku girêdayî Wezareta Berevanîyê ya hikûmeta demkî ya Sûrîyê ye, û çekdarên nenas de, qewimîne.