Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Ewlehîya Reqa Baştir Dibe, Lê Hîn Gelek Kar Hewce Ye


Ji destpêka operasîyona rizgarkirina Reqa vir ve, Encûmana Sivîl ya Reqa bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî dest bi hînkirin û amadekirina hêzên ewlehîya hindurîn kir.

Piştî rizgarkirina Reqa û paqijkirina beşên mezin yên bajêr ji mayînan, dîsa jî rûdana peqînan ranewestîye.

Rêzan Reqa
Rêzan Reqa

Otomobîlên teqîner û çandina mayînan li qeraxa rêyan rûniştvanên herêmê armanc digirin û dibin sedema kuştin û birîndarkirina wan.

Rêzan Reqa, rêvebirê Hêza Ewlehîya Hindurîn ragihand ku yên ku wan peqînan çêdikin, bi alîyên derva û rêxistina DAIŞ’ê ve girêdayî ne.

“Yên ku bi teqînan li bajarê Reqa radibin endamên DAIŞ’ê yên veşartî ne û yên bi Mertala Firatê de girêdayî ne, lê rewşa ewlehîyê rojane pêşve diçe. Jibo vegera welatîyan, hejmareke mezin ya hêzên ewlekarî hewce ye û me dest bi vekirina navendên hînkirinê kiriye.”

Ew dide zanîn ku beşeke mezin ji bajêr rûxaye û hêza wan nikare derbazî hin taxan bin û ew jî sedemeke serekî ya peqînan e.

“Cîhên ku peqîn lê çêdibin, avahîyên wêrankirî ne jiber ku rê girtî ne û hêzên me nikanin derbazî wan deran bibin.”

Reqa dîyar dike ku dewletên koalîsyonê soz daye ku piştî vekişîna hêzên Amerîka ji, bi berdewamî alkarîya wan bikin.

Li bajarên Bakurê Sûrîyê di mehên dawî de teqîn rû didin û di bûyera herî mezin de 4 Amerîkî li Minbicê hatine kuştin û DAIŞ’ê ew êrîş rakiribû ser xwe.

RK_02_14_2019_Reqa_Security
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

XS
SM
MD
LG