Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD'ê li Rojavayê Reqa Navçeyeke Din ji DAIŞ'ê Sitand


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka piştgirîya wan dike, li rojavayê Reqa navçeyek ji destê DAIŞ'ê sitandîye.

Karbidestên Amerîkî vê heftê dîyar kiribûn ku hin çek giheştine ber destên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşengê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye.

"Bi qasî sê roj in HSD êrîşî el-Mansûra dike. Îro Înê ji du alîyan ket el-Mansûra û ew der rizgar kir" jêderekî ewlekarîyê yê nêzî HSD'ê ji Reuters'ê re got.

SOHR'ê dîyar kir ku el-Mansûra navçeya herî mezin ya li rojavayê Reqa ye. Ajansa çavdêrîyê da zanîn ku hîn jî li hin taxên el-Mansûra pevçûnên biçûk didomin.

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mahmud, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re dîyar kiribû ku dê operasyona rizgarkirina Reqa di demeke nêz de destpê bike û ewê di meha Hezîranê de li hindurê Reqa bin.

XS
SM
MD
LG