Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa Nexweşîya Leşmanya ji Dibe sedema Tirsê


Li bajarê Reqa ji bilî rêgirtina belavbûna vîrusa korona, şerê belavbûna nexweşîya leşmanya (leishmania) jî tê kirin.

Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku di çar salên borî de hejmara kesên ku bi wê nexweşîyê ketine bilind bûye.

Yûnis Niêmî, rêvebirê navenda leşmanya li bajarê Reqa got ku sedema serekî ya belavbûna leşmanya rewşa şerê ku herêm tê re derbaz bûye ye.

“Jiber bajar û gundewarên Reqa li ser çemê Firatê dikevin, ev nexweşîya li vir belav dibe jiber ku leşmanya li derên bi av dijî. Herwiha wêrankirin û tunebûna xizmetkarîya ava jêrzemîn û nereşandina gaza kuştina mêşan nexweşîya leşmanya zêde belav dike,” Niêmî got.

Doktorê çerm Elî Mihemed ji diblje ku jibo ku rê li pêş belavbûna leşmanya were girtin, divê meşa ku vê nexweşîyê vediguhêzîne were tune kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piranîya nexweşên leşmanya ji gundewarên Reqa û Dêrezorê ne, gelek ji wan cotkar in û pez xwedî dikin û dermanên wan ji alîyê Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) û rêxistina Monîtor ve tê şandin.

RK_08_24_2020_Leşmanya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

XS
SM
MD
LG