Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Reqa Darxistina Semînerên Ciwanan ya Dijî Ramanên Tundrê Didomin


Komîteya Ciwanan ya bi ser Meclîsa Sivîl ya Reqayê jibo pirsgirêkên ciwanan semînereke bi diruşmeya “Ciwan Hêza Civakê Ne” li dar xist.

Di semînerê de rewşa siyasî û bikaranîna ciwanan ya di bin sîwana ol de hatin nirxandin û bi taybetî jî rewşa ciwanên ku tev li hêzên radîkal yên bi piştgirîya Tirkîyê dibin, hat gotûbêj kirin.

Rêvebirê Komîteya Ciwanan, Ehmed Şerîf got ku ciwan ji hêzên derveyî ve tên bikaranîn.

“Gelek alî dixwazin destwerdanê li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê bikin ku aramîya heyî têk bibin."

Beşdarên semînerê qala pirsgirêkên xwe yên wek bêkarîyê kirin û daxwaza afirandina derfetên kar ji rêvebiran kirin.

Dîsa hîn beşdar jî dîyar kir ku ew dixwazin ku girîngî bi nêrînên wan werin dayîn û ew bikanibin xwe di rêvebirî û rewşa siyasî de pirtir rola xwe bilîzin.

Reid Fadil, endamê Yekîtîya Rewşenbîrên Reqa jî got ku tevî ku rêvebirî nikane derfetên kar ji wan re peyda bike, pir girîng e ku rola wan di peyvajoya rêvebirinê de hebe.

Hêjayî balkişandinê ye ku di semînerê de bûyerên dawî li bajarê Minbicê, ku li dijî erka xweparastinê derketibûn, hate guftûgo kirin ku hin ciwan daxwaz dikir ku erka berevanîya mecbûrî rabe.

RK_06_08_2021_Semînera_Ciwanan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG