Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MSF: Dora 10 Hezar Sîvîl ji Reqa Revîne û Giheştine Kampa Eyn Îsa


Rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) îro Pêncşemê radigihîne ku nêzîkî 10,000 sîvîl ji Reqa, ji destê DAIŞ'ê revîne û giheştine kampeke bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).

MSD bal dikşîne ku bi nêzîkbûna operasyona rizgarkirina Reqa, hejmara sîvîlên ku ji bajêr direvin jî zêdetir dibe û ew piranî bi dema şevê bi rê dikevin.

“Bi nêzîkbûna şervanên HSD’ê, gelek sîvîl tevî metirsîya pêlêkirina mayinan û girtina ji alîyê DAIŞ’ê ve, xwe di tarîtîya şevê de davêjin rê. Rojane dora 800 kes digehijin kampa li bajarokê Eyn Îsa,” doktora tengavî ya MSF’ê Natalie Roberts kui berî demeke jin ji herêmê zivirî, li Parîsê ji nûçegîhanan re got.

Dr. Roberts dîyar dike ku HSD’ê kampa Eyn Îsa ya bi kapsasîteya 6,000 kesan bi armanca xaleke transit ava kiribû, lê niha hejmareke gelek pirtir li kampê dimîne û cîhekî alternatîf jibo sîvîlên li kampê tuneye.

“Taybetî jiber germahîya havînê rewşa kampê dijwartir bûye. Heta niha Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din yên alîkarî nehatine herêmê.”

Roberts bi berdewamî dide zanîn ku MSF li herêmê xizmetên bingehîn yên wek derzilêdan, alîkarîya dayikên bi bebekan û dermankirina nexweşîyên kronîk peyda dike, lê kesên ku bi birînên şerkarî ku bi piranî mayin bûne sedem, ji sê nexweşxanîyên MSF’ê yên li bakurê herêmê têne şandin.

XS
SM
MD
LG