Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmê 'Reşe Ba' li Festîvala Duhokê Hat Ragirtin


Postera Reşe Ba
Postera Reşe Ba

Senarîstê filmê Reşa Ba, Mehmet Aktaş dibêje, piştî Festîvala Duhokê ya sînemê derhêner û kadroyên film wê digel nûnertiya Êzîdiyan bicivin û eger şaştiyek di aliyê ayînî de hebe, ewm amade ne guhertinan bikin.

"Ew kesên nerazî li ser nîşandana filmê Reşe Ba ji derhênana Hûsên Hesen film nedîtine û divên xwe bikin qehraman," Aktaş got.

Wî got fîlmê wan bêrêziya Êzîdiyan nake û ew wênekirina serhatiya dagirkirina Şengalê ye ji aliyê DAIŞ û derdê Êzîdiyan, ne bi taybet keçen Şengaliyan piştî ji deste DAIŞ rizgar dibin.

Lê rojnamevan Xidir Dûmilî ku yek ji 10 kesan bû ku film dîtîbû, got ku wan têbîniyên xwe dane derhênerê film û wî soz dan têbîniyên wan berçav bigire.

"Tevî ku derhêner soz da ku berî nîşandana film li festivalê guhertinan bikin, lê wan soza xwe bi cih nanî. Hinek dîmenên fîlm ji rastiyê dûr in û hestên Êzîdiyan birîn dikin. Ew bibû egera nerazîbûna xortên Êzdî di dema nîşandanê de."

Jibo têgehiştina sedemên wan cudahiyan, kerem kin guhdariya vê mêzgirdê kirin:

Reshe Ba
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:35 0:00

XS
SM
MD
LG