Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Nêzî 5000 Kes Ji Kabulê Hatine Derxistin


Dîmeneke ji balafirgeha Kabulê
Dîmeneke ji balafirgeha Kabulê

Ajansa Reutersê îro Çarşemê ji zarê karbidestekî rojavayî ragihand ku di nav 24 demjimêrên dawî de nêzî 5.000 dîplomat, karmendên ewlekarîyê, xebatkarên alîkarîyê û Afganî ji paytaxt Kabul hatine derxistin.

Heman karbidest da zanîn ku operasyonên derxistinê ewê bi firînên leşkerî di 24 demjimêran were de berdewam bike.

Hevdem, wî dest nîşan kir ku aramkirina kaosa li derveyî balafirgehê dijwariyek bû.

Li aliyek din her îro Çarşemê, karbidestên Amerîkî gotin, armanca wan ew e ku di rojê de di navbera 5 û 9 hezar kesan ji wir derxin. Heta roja Seşêmê, di operasyonan de 3,200 kes hatine derxistin.

Di alîyê din de, yek ji wan damezranerê Talîban û cigîrê rêber, Mullah Abdul Ghani Baradar, ji Qatarê vegerîya Afganîstanê, ku li Doha ofîsa Talîbanê birêvedibir.

Şêwirmendê Ewlehîya Netewî yê Amerîka Jake Sullivan ji rojnamevan re got, hezên navnetewî çaverê dikin ku Talîban mafê mirovan pêk bîne.

Wi got "Wekî min berê de ji got, ev ne meseleyek bawerîyê ye, ev meseleya piştrastkirinê ye."

Di heman demê de, Brîtanya hewil dide bi rîya firokan her rojê 1000 kesan ji Afgnasitanê derxîne, piştî ku Talîbanê kontrola Afgansitanê kir, ev yek ji aliyê peyvdarê Serokwezîrê Britanya Boris Johnson ve hat ragihandin.

Li ser pirsa gelo Brîtanya hêvî dike ku bikare her rojê 1,000 kesan ji Afgnasitanê derxîne? Peyvdarê Serokwezîr bersiva rojnamevanan da û got armanc û hêviya wan ewe û di bersivê de got, "armanc wan ewe ku karî li ser wê kapasîteyê bikin".

XS
SM
MD
LG