Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: CIA Beşdarî Vekolîna Ser Kuştina Xaşiqcî Dibe


.
.

Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) dê beşdarî vekolîna rojnamevanê Saudî Cemal Xaşqcî, ku li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû kuştin, bibe.

Reutersê ragihand ku Dîrektora CIA Gina Haspel dê roja Duşemê serdana Tirkîyê bike.

Serokê Amerîka Donald Trump do Duşemê dîyar kiribû ku ‘’dilê wî li daxuyanîya rêvebirîya Rîyadê rûneniştîye’’

Nûçeyên ser beşdarîya CIA’yê bo vekolîna kuştina Xaşiqcî, piştî daxuyanîya Trump bela bûn.

Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Duşemê ser kuştina Xaşiqcî bi rêka telefonê axifîbûn.

XS
SM
MD
LG