Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hilbijêrên Amerîkîyên Latînî Dê di Hilbijartinan de Roleke Girîng Bilîzîn


Anketa Reuters/Ipsos radigîhîne ku Amerîkîyên ku bi eslê xwe Latînî, li gor hilbijartinên sala 2014’an, di Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê de dê bi awayekî pirtir beşdarî bikin.

Pirsname nîşan dide ku hilbijêrên Hîspanîk bo Civata Nûneran, ji Komarîyan zêdetir dixwazin dengê xwe bidin Demokratan.

Komên ku qeyda hilbijêran dikin, gotinên Serok Donald Trump yên neteweperest û dijî koçberan, bo hişyarkirina hilbijêrên Latîn bikar tînin.

Li Arîzona, komeke ku hejmara wan gihaşt bi qasî 1 mîlyon hilbijêr, navê ‘’şer’’ ya bi Îspanyolî li xwe danî.

Piranîya rapirsîyan didin zanîn ku Demokrat dê 23 kursîyên ku bi dest xistina piranîya di Civata Nûneran de hewce ne, bi dest xistin.

Li ber e ku kontrola Civata Senatoran di destê Komarîyan de bimîne.

Amerîkîyên bi eslê xwe Latîn in dê di hilbijartinên li Arîzona, Teksas û Florîda roleke girîng bilîziin.

Li gor anketa Reuters/Ipsos, ku di navbera 1’ê Îlonê û 29’ê Cotmehê de hatiye çêkirin, 36 ji sedê hilbijêrên Hîspanîk misoger dikin ku dê deng bidin. Ew hejmar, di hilbjartina 2014’an de 27 ji sedê bû.

Daxwaza beşdarbûna hilbijartinê herî zêde di nav Hîspanîkên Demokrat de bilind de. Di sala 2014’an de 29 ji sedê Hîspanîkan çûbûn ser sindoqan, lê çaverê ye ku di vê hilbijartinê de rabe 42 ji sedî.

60 ji sedê hilbijêrên Hîspanîk dîyar dikin ku bo Civata Nûnera dê dengê xwe bidin berbijarekî Demokrat û 32 ji sedê wan jî didin zanîn ku dê piştgirîya berbijarekî Komarî bikin.

Li gor anketê Hîspanîk bi awayê sîyasî ji hevdu veqetîyane. 55 ji sedê wan piştgirîyê didin Demokratan, 31 ji sedê wan piştgirîyê didin Komarîyan û 12 ji sedê wan jî serbixwe ne.

53 ji sedê hilbijêrên Hîspanîk dibêjin ku ew dixwazin ku bo Kongresê dengê xwe bidin berbijarekî dijî Serok Donald Trump

Li Amerîka 29,000,000 hilbijêrên bi eslê xwe Latîn in dimînin. Ew hejmar 13 ji sedê tevahîya hilbijêran e.

Amerîka sibê Sêşemê bo hilbijartinên Kongresê û rêvebirîyên xwecihî diçe ser sindoqan.

Ew hilbijartin du sal piştî hilbijartinên seroktîyê têne kirin û gelek endamên Civata Nûneran û Civata Senatoran tên hilbijartin.

XS
SM
MD
LG