Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: 42 ji Sedê Amerîkîyan Dixwazin ku Trump ji Kar Were Dûrxistin


Reuters/Ipsosê piştî dengdana bo împîçkirina Serok Donald Trump ya li Civata Nûneran anketek çêkir.

Li gor anketê 42 ji sedê Amerîkîyan dixwazin ku Trump ji kar were dûrxistin û piranîya wan Demokrat in.

17 ji sedê beşdarên anketê dibêjin ku divê cezaya Trump bi tenê ''şermezarkirineke fermî'' be.

Anket dide zanîn ku 29 ji sedê beşdaran jî dixwazin ku tawanbarkirinên bo împîçkirinê bi temamî werin rakirin û rêjeya mayî dîyar dike ku ew li ser vê mijarê tiştekî nafikirin.

44 ji sedê Amerîkîyan şiklê rêvebirina peyvajoyê ya Civata Senatoran ecibandine û 41 ji sedê Amerîkayan ew stîl nepejirandine.

Di anketê de, piştgirîya bo Trump ya piştî dengdana împîçkirinê jî hat pirsîn.

26 ji sedê beşdaran dîyar kir piştgirîya wan ya bo Trump pirtir bûye û 20 ji sedê beşdaran jî dan zanîn ku piştgirîya wan ya bo serokê Amerîka kêm bûye.

Li ser vê pirsê, 48 ji sedê beşdaran jî gotin ku peyvajoya împîçkirinê ti bandor li ser fikrên wan çênekiriye.

XS
SM
MD
LG