Girtîyên DAIŞ’ê îro Çarşemê hewil dan ku ji girtîgeha başûrê Hesekê birevin, lê HSD’ê ew plan têk bir.
Li gor agahîyên ku hatine destxistin, endamên DAIŞ’ê bi rêya kolandina tuneleke binerd xwestin birevin, lê HSD’ê yekser herêma girtîgehê dorpêç kir.
Helîkopterên koalîsyonê jî li esmana Hesekê bi nizimî difirîyan ku rê li ber reva endamên DAIŞ’ê bigirin.
Hat ragihandin ku girtîyên DAIŞ’ê li hindurê zindana de îsyan kirine, lê nehate zanîn ku ti endamên wê bikaribûn birevin yan ne.
Rûniştvanê bajarê Hesekê Şêrzad seydo ji Dengê Amerîka re got ku rewşa bajêr aram e, lê devera girtîgehê dorpêçkirî ye.
Hêjayî balkişandinê ye ku hewila revînê ya endamên DAIŞ’ê di vê demê de hat ku êrîşên wê rêxistinê li herêma Dêrezorê zêde bûne û torên wê yên veşartî careke din aktîv bûne.
Çekdarên DAIŞ’ê roja Sêşemê li gundê Cedîd Êgêdat ya rojhilata Çemê Firatê rokêt avêtibûn bingeheke HSD’ê û pevçûn derketibûn.